Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê ya 40î, wê sibê bi merasîmekê dest pê bike.
Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê û TÜYAP Fuarcılık bi hev re pêşangehê saz dikin kû îsal ji bo sed saliya Komarê, wê bi sernavê “Bijî Komar” li dar bikeve.
Pêşangeh li Navenda Fûar û Kongreyan a TÜYAPê ye ku xwendekar, dersdar, teqawidbûyî û astengdar wê belaş bikevin avahiyê.
Nivîskar Nermîn Abadan Ûnat nivîskara rûmetê ya îsal a Pêşangehê ye û Pêşangeh wê di 5ê Çiriya Paşiyê de bi dawî bibe.
Weşanxaneya Ayrinti: Em beşdar nabin
Weşanxaneya Ayrinti û Pirtûkxaneya Agorayê beriya niha diyar kiribûn ku ew ê îsal beşdarî Pêşangehê nebin.
Weşanxaneya Ayrintiyê diyar kiribû ku ji ber rewşa weşanger û xwendekaran di ber çavan re nagirin û bi tenê guh didin berjewendiyên saziyên pêşangehê li dar dixin, ew beşdarî Pêşangeha îsal nabin.
Ji bo lîsteya beşdaran û bernameyan, bitikîne
(TY/FD)