Fotograf: DTSO / Medyaya Civakî
Xebatên amadekariyê yên ji bo Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê destpê kirine. Derbarê pêşangehê de duh li Amedê civîneke çapemeniyê hatiye li dar xistin. Şîrketa Pêşangehan a Amedê (DIFAŞ) û ALZ Grup wê bi hev re pêşangehê birêxistin bikin. Endamên “Lijneya Şêwrê” duh li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê civiyane. Lijneyê rê û rêbazên amadekariyê û lidarxistina pêşangehê nîqaş kirine.
Li gorî van nîqaşan, pêşangeh wê di navbera 2 û 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an de li Amedê bi navê Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê pêk were.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Kaya, Serokê DTSOyê gotiye ku him ji nava Tirkiyeyê him jî ji Herêma Kurdistanê, Îran û hin welatên din ên cîran gelek kes dixwazin beşdarî pêşangehê bibin:
“Ji bo pêşangeh bi rengê herî serkeftî were birêxistinkirin em bi hemû sazî û dezgehên li bajêr re xebatên xwe dewam dikin. Ji bo vê jî têkiliya me bi saziyên weşanê yên li Amedê û yên li deverên cida ên Tirkiyeyê re heye. Me lijneya xwe ya şêwrê jî li gorî vê ava kir.”
Di civînê de her weha ji bo beşdariyeke gelekî berfireh ya pirzimanî û pirçandî pêk were xebatên wê bên kirin, hatine guftûgokirin.
Li gorî biryara ku hatiye standin, ji bo covid-19ê wê tedbîrên berfireh werin wergirtin û kesên ku derziya Covid-19ê li xwe nexistine wê nikaribin bikevin qada pêşangehê.
Pêşangeh beriya niha bi navê Pêşangeha Pirtûkan a Amedê pêk dihat. Par ji ber nexweşiya covid-19ê, pêşangeh pêk nehatibû. (FD)