Hunermendê Kurd Seywan Saeedianî li Stenbolê li Navenda Çand û Hunerê ya Zanîngeha Mîmar Sînanê ango bi navê wê yê berbelav li avahiya Tophane-i Amîreyê peykerên xwe yên hesinînî pêşkêşî hunerhezan dike. Pêşangeha peykerên hesinî ya Saeedianî duh (18ê Nîsanê ya 2018ê) bi merasîmêkê û bi beşdariya komeke hunerhezan dest pê kir.
Hunerhez ji bo merasîmê li avahiya Tophane-i Amîreyê ya li navçeya Beyoglûyê kom bûn û pêşwaziya pêşangehê kirin.
Seywan Saeedian ku demeke dirêj e li ser peykerên hesinî kar dike û heta niha li bajarê Amed, Mêrdîn û Êlihê ev peykerên xwe di pêşangehan de nîşan daye, cara pêşiyê li Stenbolê pêşangeha xwe ya peykerên hesinî li dar dixe.
Di vê pêşangehê de Seywan Saeedian wan peykerên xwe yên ji hesinan çêkiriye pêşkêş dike ku her yek ji wan di çarçoveya nêrînên hizrî, çandî û edebî yên hunermendî de hatine afirandin.
Pêşangeh wê heta 5ê Gulanê berdewam bike.
Derbarê Seywan Saeedianî de
* Fotograf: Mûrad Bayram
Seywan Saeedian, peykersaz û şêwekar. Sala 1972yê Ji bajarê Mahabatê ji dayik bûye û ji sala 2014ê û vir de li Amedê dijî.
Saeedianî li Mahabatê dest bi xwendina dibistanê kiriye. Ji sala 1995ê û vir ve bênavber bi xebatên hunerî û kulturî re mijûl e. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehranê, Sine û Bokanê dîtiye. Herweha li koleja hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê xwendiye beşa wênesaziyê xwendiye. Li gorî gotina wî “11 salan li Başûrê Kurdistanê penaber bûye”.
Bixwîne - Evîna li sêvan hatî çandin: Sêva Mêxekrêj
Heta niha li hin bajarên Tirkiye, Îran û Iraqê 15 pêşangehên wêneyan û 3 pêşengehên fotografan li dar xistine. Ji bo 4 filmên sinemayê û belgefilman rêveberiya hunerî û dizaynî kiriye. Bi xwe jî belgefilmek û kurtefilmek çêkiriye. Heta niha ji 400an zêdetir bergên pirtûkan, bi dehan logo, afîş û albûmên muzîkê dîzayn kirine.
3 peykerên mezin li bajarê Hewlêrê çêkiriye. Bilindahiya ya bi navê Enfalê 10 metre û nîv e. Pirtûkek wî ya helbestan ya bi navê “Li Çaverwantiyahîç de” bi Soranî hatiye çapkirin. Çend pirtûk wergerandine û çendîn çîrok nivîsandine.
Yek ji xebatên wî yên sereke û bingehîn ya bi navê “Sêva Mêxekrêj e” ku 15 sal in li ser kar dike.
Bixwîne - Evîna ku ji bo sed salan mora xwe li sêvekê dide: Sêva Mêxekrêj
Di sala 2018ê de şanoyeke bukeleyan (kûkla) amade kiriye û belgenameya wî ya bi navê “bayekî xewnên peykerên min dizî” ber bi dawî ve diçe. (FD)
* Fotograf: Ferîd Demîrel / bianet