Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Pêşangeha hunermend Alî Bozanî ya bi navê “Tûrik”, li Beyoglûya Stenbolê, li Xerman Artê vebû.
Alî Bozanî di pêşangeha xwe de, bi rêya “Tûrik”an behsa kesên çendîn bûyerên di salên dawiyê de pêk hatine kiriye.
Kesên di dema Qetlîama Robozikê de balafiran ew kuştibûn, Cemîle Çagirgaya di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibû kuştin û dêya wê laşê wê di sarincê de veşartibû, zarokê ku li Wanê nexweş ketibû û bavê wî di nava berfê de ew di nava telîsekî de li pişta xwe kiribû û di rê de can dabû, Agît Îpekê ku laşê wî bi rêya kargoyê ji dêya wî re şandibûn beşek ji van bûyeran e.
Pêşangehê duh (7ê Çiriya Paşiyê) destpê kir û wê heta 21ê Çiriya Paşiyê dewam bike.
Derbarê Alî Bozanî de
Fakulteya Hunerên Bedew Beşa Peykeran a Zanîngeha Mûstafa Kemalî qedandiye. Xebatên hunerî yên vîdeo-huner û kurtefîlman dike. Di xebatên wî de bûyerên di salên dawiyê de pêk hatine û bandora wan a li ser civakê, balê dikişînin. (FD)