“Her dema tev li konsertan dibim û li dûdûkê dixim, gelek bala tameşevanan dikişîne ku çawa jinek wisa amûreke hewayî bijenîne.”
Ev gotin, gotinên Perwîn Saliha 21 salî ya muzîkjen e. Ew li Başûr derdikeve ser dikê û bi dûdûk û santûra xwe konseran dide.
Ew jineke ciwan a ji Rojavayê ye. Çîroka wê ya muzîkjeniyê li Bakur, li Wanê dest pê kiriye û niha li Başûr berdewam dike.
Piştî êrîşên DAIŞê yên li dijî Kobaniyê wê tevî malbata xwe di sala 2014an de berê xwe daye Bakur û li Wanê bi cih bûne. Mîna bi sedan malbatên din ên Rojavayê. Li wir dest bi perwerdehiya muzîkê kiriye. Piştî wê jî ji bo xwe di mûzîkê de bêhtir bi pêş bixe, berê xwe daye Amedê. Di sala 2016an de tevî xwişka xwe hatiye Amedê û di Konservatuara Aram Tîgranî de bi cih bûye. Wê li konservatuarê perwerde wergirtiye û ew fêrî amûra santûrê bûye. Demeke şûn de jî xwe hînî amûra dûdûkê jî kiriye.
Perwîn Salih piştî 3 salan li Amedê maye û ji Konservatuarê mezûn bûye û di sala 2019an de bi malbata xwe re biryar daye ku careke din vegerin Kobaniyê. Di sala 2019an de dîsa tevî malbata xwe vedigere Rojavayê. Ew di rêya Cerablûsê de çûne Rojavayê ku Tirkiyeyê û hêzên çekdar ên bi ser wê ve girêdayî, di sala 2016an de kontrola wê derê ji DAIŞê standibûn:
“Di dema vegerê de em di rêya Bajarê Cereblusê ya Suriyeyê re derbas bûn ku ew bajar di destê çeteyan de bû. Santûra min jî bi min re bû. Ji bo amûrên me gelek xeter bûn û hişt ku ziyan bigihê amûra min. Lê dîsa min amûra xwe ya ku li ber dilê min gelekî giran e, min derbasî Rojava kir. Li Rojava min karê xwe yê muzîkê berdewam kir. Ji ber ku her aliyê Kurdistanê ji bo min bi qiymet û pîroz in. Min dixwest her aliye wê bibînim û mûzîka xwe jî berdewam bikim. Di sala 2022an de min û xwîşka xwe berê xwe da Başûr. Niha ez li Başûr im û karê xwe yê mûzîkê li vir didomînim.”
Bu gönderiyi Instagram'da gör
Mîtosa amûrên fûyî
Hema bêjin em tev mîrê bilûrê ango dûdûkê Egîdê Cimo nas dikin û dengê bilûra wî hê jî di kerika guhên kurdan de ye. Dûdûk ji ber werimandina gelpikan zêde nayê tercîhkirin. Ji xwe di mîtosa flût ango amûrên fûyî de, ya di navbera Xweda Apollon û satyrê bi navê Marsyas de jî ev çîroka amûrên fûyî berbiçav e. Di vê çîrokê de ji ber ku gelpik diwerimin, Xwedavend Athenayê ev amûr naletbar kiriye. Yanî flût ango amûrên fûyî yên wek zirne, mey, ney amûrên naletkirî ne. Li gor hin lêkolîneran, tê gotin ku Marsyas dema li flûtê dixe, gelpikên wî di werimin û jûrî û kesên li wî gohdar dikin, henekê xwe pê dikin. Vêce bi kurtasî dema em bala xwe didin amûra dûdûkê jî hunermendên wek Egîdê Cimo û Civan Gasparyan jî mirov dikare bêje bi wê hûnera xwe ji xwe vê mîtosê serobino dikin.
Bu gönderiyi Instagram'da gör
“Dûdûk pir nêzî rûhê mûzîka kurdî ye”
Perwîn Saliha ciwan jî dixwase navê xwe deyne li kêleka van navan: “Sedema ku min dest bi jenîna amûra dûdûkê kir, yek jê pir nêzî ruhê muzîka kurdî ye. Ji ber ku dûdûk jî amûreke kurdî ye, min dest pê kir. Ji ber ez hej ji hunermend Egîdê Cimo û dengbêjiya kurdî dikim û ji ber amûreke hewayî ye ku bi nefesa xwe dijenîn, bêhtir ruhanî ye. Vê gelek bala min kişand û min xwast dûdûk di parçeyeke jiyana min de be.”
“Gelek bala temaşevanan dikişîne”
Di mîtolojiyan de jî û di jiyana rastîn de jî dûdûk weke ku amûreke mêran e. Perwîn Salihê jî bal kişand li ser vê rewşê: “Her dema tev li konsertan dibim û li dûdûkê dixim, gelek bala tameşevanan dikişîne ku çawa jinek wisa amûreke hewayî bijenîne. Ji ber fêr bûne ku mêr dijenîne. Lê pir tê ecibandin û pir kêfa wan tê ku jinek vê amûr dijenîne. Ez bi wê yekê pir xwe bi şans dibînim û hêzê jê werdigrim.”
Êrîşên li ser Rojava
Perwîn Salihê bal kişand li ser êrîşên li dijî Rojavayê pêk tên û wiha got: “Bê gûman pirê caran bênavber êrîşên ne exlaqî li ser Rojava tên kirin ku zerarê digihîne welatiyan. Bi taybetî tiştê min diêşîne ew e ku zerar digihê zarokan û xwazayê, deverên dîrokê û deverên ku pêdiviyên taybet yên welatî jê digrin xirab dikin; weku cihê ceyranê, cihê genim û yên mîna wan. Ez hêvîdarim ku raya navneteweyî mudaxeleyekê bike. Ji ber êrîşan gelek ziyan çêdibin. Êrîşên ne exlaxî û ne mirovahî tên kirin. Ji bo wê, nabê bêdeng bimînin.”
(WT/FD)