Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervin Buldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûye Dêrsimê û beşdarî bernameya partiya xwe bûye ku derbarê 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşînê ya Navnetewî ya li Dijî Tundkariya li Jinan de ye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Buldanê her weha serdana malbata Gulistan Dokuyê kiriye. Doku ji 5ê Kanûna Paşiyê û vir ve jinda ye. Buldan li ser Pira Sari Saltukî ya li Gola Bendavê ya Uzunçayirê hevdîtinek bi Aygul Doku, xwişka Gulistan Dokuyê re kiriye.
Buldanê liv ir gotiye ku divê li ser navên gumanbar bisekinin.
Aygul Dokuyê daxwaza piştgiriyê kiriye
Buldanê diyar kiriye ku divê lêpirsîneke bibandor were kirin û wiha dewam kiriye: “Heke lêpirsîneke bibandor nebe di lêgerînan de encam nayên bidestxistin. Bi qasî ji destê me bê em ê vê bûyerî bişopînin. Em ê bi pirsiyaran bixin rojevê.”
Aygul Dokuyê jî bang li mafparêzan kir ku biçin Pira Sari Saltukî. (EMK/FD)