Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Bakirkoyê biryar da Pervîn Buldana parlamentera Partiya Herêman a Demokratîk(HDP) û cihgira parlamenê serbest bê berdan.
Pervîn Buldanê vê sibeyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê dabû zanîn ku ew hatiye desteserkirin.
Piştî ku Buldan ji dadgehê derket wê ji bianetê re got:
“Di siet 09.00ê bi du wesayitan polîs hatin. Îro li Dadgehê rûniştineka dadkirina min hebû. Ez ji ber axiftina xwe ya li Îdirê tême dadkirin ku bi propagandaya rêxistina terorî tême tometbarkirin. Polîsan gotin ‘em ê te ji bo dadkirinê bibin.’
“Man ez birim dadgehê û çûm hizûra dîwana dadkirinê. Lê min îfade neda. Min dîyar kir ku ji ber sebebên siyasî 12 parlamenterên me di girtîgehê de ne. Ez ê nebim parçeyeka vê bêhiqûqîyê.
“Ez yek ji du cihgirên jin ên serokê parlamentoyê me. Ji beriya 10 rojan dema cihgira dî ya parlamenê, Ayşenûr Bahçekapili li Almanyayê hat desteserkirin, serokkomarê vî welatî gotibû ‘ti kes nikarin cihgira serokê parlamena min desteser bike’ lê digel ku ez cihgira serokê parlamenê me jî dîsa îro hatim desteserkirin.”
Pervîn Buldan kî ye?
Sîyasetmedar e. Di sala 1967ê de li Colemêrgê hatiye dinê.
Di sala 1999ê de li ser lîsteya HADEPê bû berbijara parlamenteriyê lê ji ber ku partiya wê ji benda hilbijartinê neborî nebû parlamenter.
Di sala 2005ê de yek ji jinên karsazên Swêdê ew wek berbijara xelata Nobelî nîşan da.
Parlamentera HDPyê ye.
Ji 59 parlamenteran, 12 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan di 7ê Çiriya Paşiyê de hat girtin.
Cihgira berdevkên HDPyê Çaglar Demîrel û Besîme Konca di 13ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin. Hejmara parlamenterên girtî yên HDPyê bûn 12.(EKN/MB)