Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li parlamentoyê di komcivîna partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxandiye.
Bûldanê bal kişandiye ser bêhiqûqiya ku duh di doza Kobaniyê de pêk hatiye û gotiye, "Yê ku di kursiyê bersûc de ye ne HDP ye! Rastî ewe ku xwediyên vê kûmpasê di kursiyê bersûc de ye. HDP di vê dozê de hesab nade, lê hesab dipirse."
“Wîjdana Desthilatê zuwa bûye”
Bûldanê têkildarî tedbîrên koronayê yên ku duh Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) aşkere kiribû, weha gotiye:
"Dîsa ji karker, kedker, cotkar, esnaf, xebatkarên rojane, jinên li malê û sektora xizmetê re piştgirî nîne. Ez ji vê desthilata bêwîjdan ya ku mirovan li malê mehkûmî birçîbûnê dike, dipirsim. Ma mirov wê keviran bixwe? "Kevir wê di qûşxaneyan de bikelin? Ev mirovana wê çawa bijîn, wê çawa debara xwe bikin?"
“Ji niha ve jehrî bi cejna mirovan kirine. Ew ê cejna reş bi gel bidin jiyîn. Esnafan ji bo cejnê amadekarî kiribû. Niha ew bêçarene ku derebeyên xwe dabixin.”
(DŞ/AY)