Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku îtiraza wan a li ser encamên hilbijartina Mûşê nehatiye qebûlkirin, Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşan daye. Bûldanê wiha gotiye: “Heke îtiraza me ya li Mûşê neyê qebûlkirin em ê serî li Dadgeha Destûrî û DMMyê bidin”.
Sirri Sakik, namzetê Şaredariya bajarê Mûşê yê HDPyî gotibû ku li gorî lêkolîna wan di 103 sendoqan de şaşîtî derketine holê û bi giştî 2 hezar û 500 hatine betalkirin. Sakikî destnîşan kiribû ku wan serî li Lijneya Hilbijartinê ya bajarî daye.
Piştî vê rewşê Walîtiya Mûşê heta 15 rojan çalakiyên weke civîn, meş û xwepêşandan û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe kiribû.
Lijneya Hilbijartinê ya Mûşê, serlêdana HDPyê qebûl nekiriye. Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê, Huda Kaya û Garo Paylan, parlamenterên HDPyê çûne Mûşê û li vir tevlî Sirri Sakikî civîneke çapemeniyê çêkirine.
“Me pênc caran îtiraz kir lê nehatin qebûlkirin”
Sirri Sakikî gotiye ku “Di encamên hilbijartinê de şik û gumanên mezin hene û ew bi hîleyan rû bi rû ne”. Sakikî diyar kiriye ku wan pênc caran îtiraz kiriye lê yek ji wan jî nehatine qebûlkirin.
Pevrîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê jî axivî ye û wiha gotiye:
“Digel ku hevalên me dane û belgeyên gelek zelal pêşkêş kirine, dîsa jî îtirazên ku HDPyê kiriye nehatine qebûlkirin. Weke mînak, li bajarokê Kizilagaçê AKPyê winda kiriye û Partiya Saadetê bi ser ketiye. Li vir îtiraza AKPyê hatiye qebûlkirin. Lê li navenda Mûşê û li Melezgira ku tenê bi 3 dengan hatiye windakirin, îtiraza HDPyê nehatiye qebûlkirin”.
“Erê îro îtîrazên ku AKP li tevahiya Tirkiyeyê dike tên qebûlkirin û li wan deran deng tên jimartin, lê îtirazên HDPyê bêyî ti hincetan nîşan bidin, qebûl nakin. Careke din me li vir dît ku, edalet, hiqûq û vicdan tên binpêkirin. Me hemûyan bi hev re dît ku li Tirkiyeyê hiqûq, edalet û vîcdan nîne. Di serî de Mûş, em ê li Dadgeha Destûrî û li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lêgerîna xwe ya hiqûqê berdewam bikin”. (AO/FD)