Fotograg: NASA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Feza û Asmanî ya Amerîkayê (NASA) aşkere kiriye ku Perseverance, wesayita keşifkirinê, piştî rêwîtiyeke 7 heman li gorî saeta saeta Amerîkayê saet di 15.55 deqîqeyan de li ser Marsê ango Merîxê li ser Kratera Jezeroyê daniye.
NASAyê rêwîtiya danînê ya wesayîtê bi awayekî zindî weşandiye. Wesayît di dema xwe de ketiye atmosfera Marsê û sînyala yekem a wesayîtê piştî 7 deqîqeyan gihîştiye Cîhanê.
NASAyê wesayîta navborî di 30ê Hezîrana 2020an de ji Îstasyona Hêzên Hewayî ya Cape Canaveralî ya li Florîdayê şandibû. Wesayît piştî rêwîtiyeke 470 milyon kîlometroyê gihîştiye Marsê.
NASAyê rojek berê daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku Perseverance “li ser xeteke bêhempa birêve diçe” û ew li bendî ne bêyî pirsgirêkek derkeve deyne li ser Marsê. NASAyê di sala 1970yî de wesayîtek bi navê Viking şandibû Marsê. Piştî wê cara yekem e ku dîsa wesayîtek şandine û wê ev wesayît li Marsê li şopa jiyanê bigere. (TP/FD)
Çavkanî: Ajansa Anadolûyê, BBC Tirkî