Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şeva dî li gor sieta Tirkiyeyê siet 22:15ê ji bo hevpeymana bi Yekîtîya Ewropayê re perlamenteran deng dane, 432 deng li dijî daxwaza serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê bûye. 202 perlamenteran jî ji bo daxwaza serokwezîrê gotine erê.
Theresa Mayê di hilbijartinan de we’id dabû hilbijêrên xwe ku ew ê pêvajoya Brexitê* pêngav bi pêngav bibe serî.
Bixwîne - Wezîrê Brexitê yê Brîtanyayê dest ji karê xwe berdaye
Hezîrana 2016ê ji bo ew welat ji Yekitiya Ewropayê cida bibe referandûmek hatibû kirin. *Ji bo pêvajoya cidabûnê navê Brexitê hatibû dayin. Di referandûmê de ji sedî 52yê dengdêran dengê erê dabû.
Daxuyanîya îro
Piştî pelamentoyê dengê erê neda hevpeymana ji bo Brexitê pêvajo sekinî. Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê duhî gotiye ew ê roja çarşemê(îro) daxuyaniyeka berfireh bide.
Piştî şikestina desthilata Mayê, mixalefetê xwestiye hilbijartina pêşwext bê kirin.
(PT/MB)