Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Derve ya DYAyê, firotina 80 mûşekên Patrîotê yên cûreya GEM-T û 60 mûşekên din ji bo Tirkiyeyê pesend kiriye. Li gor nûçeya Ajansa Defense Newsê, Pentagonê derbarê firotina mûşekên Patrîotê de agahî daye Kongreyê.
Ji bo mîsogerkirina firotina sîstema mûşekên Patrîotê divê kongre û senato jî razî bibin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan û û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî di meha Nîsana derbasbûyî de li Enqereyê civîneke çapemeniyê çêkiribûn. Di civînê de Erdoganî gotibû, li ser mijara kirîna sîstema S-400an ji Rûsyayê, çi guhertinek nine. (PT/AY/FD)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.