Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Jonathan Hoffmanî eşkere kiriye ku pereyên ji petrola Rojavayê tên dê ji bo HSDyê be.
Îdiayek hebû ku şirketên Amerîkayê dê dahat û pereyên ji bîrên petrolê tên ji xwe re bibin. Berdevkî ev îdia red kiriye.
Rayedarekê giştî yê Amerîkayê jî diyar kiribû ku dahatên petrolê dê li rayedarên “bakurê Sûriyeyê” bêne belavkirin.
Bi taybetî li derdora Dêrazorê bîrên petrolê hene. Ew der sala 2017ê ji destê DAIŞê hatiye derêxistin û di bin kontrola hêzên kurdan de ye.
(PT/MB)