Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon), Jonathan Hoffmanî daxuyandiye ku wan leşkerên xwe ji wan cihan birine ku çêdibe operasyon lê bêne kirin.
Berdevkî gotiye:
“Mixabin Tirkiye bi serê xwe tevgerîya. Piştî vê yekê ji bo parastina hêzên xwe(DYA) yên li wê derê me ew ji cihên çêdibe operasyon lê bê kirin derêxistin.”
Meclîsa Tirkiyeyê tezkereya ji bo operasyonên li Sûriyeyê û Iraqê qebûl kiribû
Ji bo Artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê dest bi operasyonekê bike 8ê Çiriya Pêşîyê li Meclîsa Tirkiyeyê ji bo tezkereyê civînek hatiye pêkanîn. Meclîsê tezkere qebûl kiriye.
Di 30ê Çiriya Pêşiyê (meha 10.) dema tezkereya destûrê dide Artêşa Tirkiyeyê li Iraq û Sûriyeyê operasyonê bike dê temam bibe. Ji bo artêş dest bi operasyona bi navê "kanîya aştîyê" bike divîya meclîsê destûr bidaya.
ÎYÎ Partî, Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) û Partîya Komarî ya Gelî (CHP) ji bo tezkereyê dengê erê day. Bi tenê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dengê na daye.
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê gelê xwe biparêzin
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî 7ê Çiriya Pêşiyê daxuyandiye ku heke Tirkiye peymanê binpê bike ew ê gelê xwe biparêze.
Berdevkê meclîsê, Mihemed Hac Mehmûdî eşkere kiriye ku li gor peymana digel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatî îmzekirin HSDyê(Hêzên Sûriyeya Demokratîk) çekên xwe teslîmî Meclîsa Leşkerî ya Grê Spî kiriye û heke pêwîst be ew ê gelê xwe biparêze.
“Armanca me parastina ewlehî û aramiya herêmê ye û astengkirina zerer û zîyanan e.”
Mehmûdî da zanîn ku heke Tirkiye peymanê binpê bike armanca wan a sereke dê parastina gelê xwe be.
Rûsya piştgira Tirkiyeyê ye
Berdevkê serokatîya dewleta Rûsyayê, Dimitri Peskovî 7ê Çiriya Pêşîyê daxuyandiye ku divê di operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê de yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.
Li gor nûçeyeka Spûtnîkê Peskovî gotiye:
“Em dizanin ku Tirkiye pêgiriyê bi yekîtîya axa Sûriyeyê, sîyaseta wê, lêgerîna li îstikrarê ya wê dike.
“Em kiriyarên Tirkiyeyê yên ji bo parastina xwe dizanin û piştgirîya wê dikin. Yanî ez behsa wan terorîstên li ser axa Sûriyeyê xwe veşartîn dikim. Lê ez dubare dikim ku divê ji pêşiya her tiştî yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.”
30ê meha 10(Çiriya Pêşiyê) li Cenevê 150 nûnerên rêxistin û pertîyên Sûriyeyê dê kom bibin û li ser kêşeyên wî welatî biryaran bidin.
(TP/MB)