Serokê Berdevkên Pentagonê Sean Parnell diyar kir ku vekişîna hêzên Koalîsyonê ya ji Baregeha Asmanî ya Hewlêrê, xala bidawîbûna serkeftî ya wê erkê 12 salî ye.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê ya îro, Amerîka û hevbeşên wê yên di Koalîsyona Navneteweyî de, bi awayekî fermî dawî li operasyona leşkerî ya bi navê "Pêdagiriya Polayî" ya li Îraqê anî.
Baregeha Asmanî ya Hewlêrê
Berdevkê Pentagonê got, "Vekişandina hêz û alavên leşkerî yên hevpeymanan a ji Baregeha Asmanî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê, bidawîhatina serkeftî ya wê erkê leşkerî nîşan dide. Vê erkê di maweyê 12 salên borî de kir ku DAIŞ têk biçe û wekî gefeke leşkerî ya rêxistinkirî li Îraq û tevahiya herêmê nemîne.”
Rola Hêzên Pêşmergeyan
Pentagonê bal kişand ser rola Hêzên Pêşmergeyan:
"Em li bendê ne ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê, serkêşiya wan hewldanên berdewam bikin. Hêzên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê yên din ên Herêma Kurdistana Îraqê jî di nav vê pêngavê de ne. Armanca van hewldanan parastina asayîşa Îraqê û serkutkirina paşmayên DAIŞê ye."
Her wiha Wezareta Şer a Amerîkayê dê pêşkêşkirina rahênanên taybet û piştgiriya îstixbaratî ya ji bo hevbeşên xwe yên Îraqî û Kurd bidomîne.
Berpirsyarî êdî ya hikûmeta Îraqê ye
Berdevkê Pentagonê da zanîn ku ji niha û pê ve berpirsyariya sereke ya rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê yên mayî yên Îraqê, di stûyê hikûmeta Îraqê de ye û got:
“Ev astengî paşmayên DAIŞê û wan komên çekdar ên nêzîkî Îranê li xwe digirin ku serweriya Îraqê û aramiya herêmê têk didin. Di heman demê de Amerîka dê pêbendî têkoşîna li dijî terorê be. Amerîka dê xebatên xwe yên bi hevbeşên xwe re bidomîne da ku garantî bike DAIŞ ti carî nikaribe li ser axa Îraqê careke din xwe bi rêxistin bike.”
(FY)

