Foto: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cîgirê Serokê Amerîkayê ragihandiye ku Tirkiye dê êrişa xwe ya li ser Rojavayê rawestîne û YPG jî di nav 120 demjimêran de ji navçeya aram derkeve.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence piştî civîna li gel berpirsên Tirkiyeyê li Enqereyê di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê de gotiye ku wan û Tirkiyeyê li hev kiriye.
Beriya ku civîna Pence dest pê bike Donald Trump, Serokê DYAyê Tweet avêtiye û wiha gotiye:
"Ji Tirkiyeyê xeberên xweş hene, bi milyonan jiyan wê bên rizgarkirin."
Pence: Me ji bo agirbestê li hev kir
Mike Pence gotiye, “Amerîka û Tirkiyeyê derbarê agirbestê li hev kirin. Di nava 120 demjimêran de YPG dê ji navçeya aram derkeve. Derbarê mijarên mafên mirovan de biryareke hevbeş hat girtin. Piştî civîneke ji 5 demjimêran zêdetir biryara agirbestê derket û jiyan hatin rizgarkirin.”
Pence herwiha got, “Serokê Amerîkayê Donald Trump banga guftugoyan li Tirkiyê kir. Bi saya serokatiya bihêz a Serok Trump Amerîka û Tirkiyê derbarê agirbestê de li hev kirin. Dê navber bidin êrişê. Tirkiye dê êrişî Kobaniyê neke.”
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha got ku Amerîka dê bibe alîkar ku YPG ji navçeya aram derkeve û piştre Tirkiye dê êrişa bo ser Rojava bi temamî rawestîne.
Çavuşoglu: Ev ne agirbest e
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî piştî civînê daxuyaniyek daye û wiha gotiye:
"Em di berhevkirina çekên giran ên YPGyê, îmhekirina kozik û tehkîmatên wan da mitabiq man.
"Ji bo ku PKK/YPG derkeve em ê ji bo 120 saetan navberê bidin Operasyona Kaniya Aştiyê, ev agirbestek nîne.
"Encax piştî ku hêmanên terorê derkevin em dikarin operasyonê rawestînin.
"Emê li rojhilatê Feratê, di mijara têkoşîna li dijî DEAŞê da, di nav hevkarî û kordînasyonê da bixebitin."
"Tirkiyeyê dijî DEAŞê heta îro têkoşîneke gelekî biryardar dabû. Tirkiyeyê li Sûriyeyê 3 hezar, tevî yên Iraqê, ji 4 hezarî zêdetir terorîstên DEAŞî berteref kirbûn.
"Li vir ne tenê vekişîna YPGyiyan, sitandina çekên di destê YPGyiyan da, sitandina çekên di destê wan da tenê jî têrî nake, têkdana hemû çeperên wan ên çalak û ruxandina hikumraniya wan, ev hemû di nav da ne.
"Nehiştina hemî terorîstan di kûrahiyeke 20 mîlî ango di 32 kîlometroyan da li rojhilatê Feratê heta sînorê Iraqê ango di dirêjahiyeke 444 kîlomêtroyî da û tesîskirina temamê wê herêmê, wekî herêma ewle... Ji hêla ewlehiya me va, ev girîng e."
(PT/FD)