Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
12em Festîvala Çand û Hunerê ya Komeleya Çandê ya Penaberên Karker (Gik-Der) ji ber Covid-19ê wê bi awayê online pêk were. Festîval her sal birêkûpêk li Bakurê Londonê pêk dihat.
Festîval wê îsal bi ser navê “Ji nijadperestiyê re na #Ezdifetisim” 28ê Hezîrana 2020an saet di navbera 14.00 û 20.00ê de bi rê ve biçe.
Erdal Erzincan, İlkay Akkaya, Pinar Aydinlar, Grup Vardiya, Lawje, Canan Sagir, İbrahim Kirilmaz û Suna Alan wê stranên xwe bistirên. Her weha rojnameger Can Dundar, Barbaros Şansal, siyasetmedar û ekonomîst Alp Altinor, Seroka AvEG-Konê Zeynep Bîrsel, Serokê Federasyona Elewiyên Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl, Akademîsyen Alkan Karaçam, Prof Dr. Sînan Ozbek, Hevberdevê Kongreya Demokratîk a Gelan Sedat Şenoglû û rojnameger Steve Sweeney wê beşdarî bernameyê bibin.
Bernameya festîvalê wê li ser hesabên Faceebok, Youtube û Instagramê yên Gik-Derê were nîşandan. (AO/FD)