Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda PENa Tirkiyeyê ji bo 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kirine û tê de gotine: “Em neçar in ku di nava aştiyê de û bi hev re bijîn!”
Navenda PENa Tirkiyeyê ji bo 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kirine û tê de gotine: “Ji bilî aştiyê ti rê û berjewendiya gelî nîne.”
Daxuyaniya PENa Tirkiyeyê wiha ye:
“Roja aştiyê nîne. Gelo roja jiyînê heye? Em her roj dijîn. Lê em çawa dijîn? Bi hezkirinê, bi silbûn û ji hev xeyidînê, bi şer û pevçûnê, bi xirecirê, bi lêdan û kuştinê?
“Divê em ji bîr nekin, ên ku civak û welatan saz dikin em in. ‘Em in ên ku jiyanê ava dikin’. Lê yên ku şer derdixin ne em in! Ji ber ku bi qasî em şer derxin em ne xwedî berjewendî ne!
“Gelo em ê çavê xwe berdin xaka welatên din û ji bo avahiyên komî cî bi dest bixin, na! Gelo em ê ji bo miriyên xwe potê kefenan bifiroşin û dewlemend bibin, na! Yan jî em ê mirî û birîndarên şerî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin û vê bizivirînîn dengan, na! Na, na û careke din bi tîpên mezin NA!
“ Em gel in û ji bilî aştiyê ti rê û berjewendiyên me nînin! Li gorî gotina seydayê me Azîz Nesînê aştîxwaz û ê ku em her gav bêriya wî dikin a “Em neçar in ku baş bin”, “Em neçar in ku di nava aştiyê de û bi hev re bijîn!”
“Ji pevçûnê re, ji xirecirê re, ji şerî re NA! Ji aştiya navxweyî, ji aştiya civakî, ji aştiya cîhanî, ji aştiyê re ERÊ!
“Bila aştî bê bila bi xêr bê!”
Roja Aştiyê
Sala 1981ê di 57emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de biryar hatiye girtin ku, her sal sêşema sêyê ya meha Îlonê were “Roja Aştiyê ya Cîhanê” qebûlkirin.
Ev biryar sala 2001ê weke 21ê Îlonê Roja Aştiyê hat pesendkirin.
Her sal 21ê Îlonê li Navenda NYyê naqos lê dikeve ku li ser wê “Her bijî, Aştî!” hatiye nivîsandin. Ev naqos ji hêla Japonyayê ve bi armanca bîranîna kesên di şeran de mirine hatiye çêkirin. Bi wan pereyan hatiye çêkirin ku hemû zarokên cîhanê bexşandine ji bo wê.
Li Tirkiyeyê 1ê Îlonê weke Roja Aştiyê tê pîrozkirin ku ji dema Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan (YKSS) û welatên Peymana Varşovayê maye. (AS/FD)