Doza ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî tê de tê darizandin dê di 9ê Adarê de pêk were.
Doz dê li salona danişînê ya li Girtîgeha Marmarayê ya li Silivriyê pêk were. Darizandin ji aliyê rêxistinên maf û hiqûqê ên navneteweyî ve ji nêzîk ve tê şopandin û wekî yek ji dozên siyasî yên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê ya nêzîk tê hesibandin.
Îdîanameya ku di 8ê Kanûna Pêşîn de hate pêşkêş kirin, gelek tohmetan dihewîne. Her weha di nav tohmetan de damezrandin û rêvebirina rêxistineke sûc û endametiya rêxistineke sûc heye. Her weha 143 çalakiyên cûda wekî sûc di nav dosyayekê de tê bi nav kirin.
Di dozê de ji bo Şaredarê Stenbolê ji 849 salan heta 2430 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di qada navneteweyî de bertekên ji bo dozê berdewam dikin. PEN Norwêcê ragihand ku ew ê webînarek ji bo doza Îmamoglû li dar bixe.
Panel dê bi sernavê "Bikaranîna darazê wekî amûrek ji bo kontrolkirina siyasetê: Doza Îmamoglû" pêk were.
Rêxistinên mafparêz ên ku pisporiya wan di qada navneteweyî de heye û ji Tirkiyeyê siyasetmedar û rojnameger beşdarî panelê bibin.
Panel li pêş ku darizandina Îmamoglû pêk were, li dar dikeve. Ji bo beşdariya panelê divê qeyd bê çêkirin. Panel dê li ser Zoomê were lidarxistin.
Ji bo qeydê vê lînkê bitikîne:
https://zoom.us/webinar/register/WN_7eLQOBdeTT6FSMbP91Z6KQ
(Mİ/AY)

