PENa Kurd 12emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de endamên nû yên Kongreya Birêvebir a Giştî hatin hilbijartin. Rojbîn Perîşan û Mîran Abraham jî weke Hevserokên PENa Kurd hatin hilbijartin.
PENa Kurd di 7ê Îlonê de li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê kongreya xwe li dar xist. Kongre, bi beşdariya zêdetirî 150 endaman û bi dirûşma “Sîwana Netewî” hat lidarxistin.
Desteya Rêveber a PENa Kurd têkildarî kongreya xwe daxuyanî da û got ku di kongreyê de der barê xebatên PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandin hatine kirin.
Bi domdarî desteyê destnîşan kir ku di serî de Serokê PENa Navneteweyî û endamê PENa Kurd Burhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PENên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyakirin ku di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya ku ji 9 endamên esil û 4 endamên cihgir pêk tê, bi dengê endaman hat hilbijartin û kongre bi serkeftî bi dawî bû.
PENa Kurdê da zanîn ku di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza PENa Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê Kemal Sido, Hacî Ozkal, Dîmen Sohrabî, Kakşar Oremar û Asya Xerzan kir. Bi domdarî hate gotin ku di civînê de karbeşî hat kirin û Rojbîn Perîşan û Mîran Abraham wek hevserokên PENa Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Azad Zal wek sekreterê giştî, Kakşar Oramar jî wek berpirsê darayî hate hilbijartin.
Desteyê, her wiha ji bo mazûvaniyê spasiya Mala Êzdiyan û Şaredariya Oldenburgê kir.
Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî yên di kongreya 12’emîn de hatin hilbijartin ev in:
Endamên esil
* Abdullah Hîcab
* Azad Zal
* Dîmen Sohrabî
* Kakşar Oremar
* Mîran Abraham
* Omer Fîdan
* Rojbîn Perîşan
* Salih Demîcer
* Şina Fayîq
Endamên cihgir
* Îrfan Babaoglû
* Mihemed Mentik
* Rûkiye Ozmen
* Sûltan Yaray”
(AY)

