Navenda PENa Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û piştgirî daye xwenîşandanên li Îranê pêk tên ku piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê dest pê kiribûn.
Navendê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser çalakiyên li seranserê Îranê, yên ku piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê dest pê kirine û gotiye: “Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji kurdan hilîne.”
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Bixwîne - "Êdî jiyan û azadî bi bisk û keziyên Jînayê tê honandin"
Bixwîne - Ji Tirkiyeyê 427 sînemageran piştgirî daye xwepêşandanên li Îranê dibin
Daxuyaniya Navenda PENa Kurd bi vî rengî ye:
"Rejîma Îranê dixwaze tola serhildanê ji kurdan hilîne"
“Di encama qetilkirina jina kurd Jîna AMÎNÎ de, çend roj in li rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê di pêşengiya jin û kurdan de raperînek heye û vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistan û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.
“Pergala îslamî ya siyasî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrişî jin, kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrişan de heta niha rojnameger, çalakgerên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan kurd û ji gelên din kes hatine qetlkirin, bi hezaran kes hatine girtin.
“Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna kurdan li ber çavên gelê fars û gelên din ên Îranê reş bike, cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrişî kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û bî pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê bigire.
“Bi vê armancê, herî dawiyê duh dewleta Îranê êriş bir ser başûrê Kurdistanê û di encamê zarok û jin jî tê de gelek kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.
“Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji kurdan hilîne.
“Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagîrker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin.
“Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.” (FD)