Ji bo nûçeya Tirkî / ingilîzî bitikîne
PENa Tirkiyeyê ji ber Roja Nivîskarên di Girtîgehan de, daxuyanîyek weşandiye. PENê diyar kiriye ku “li ser vê mijarê Tirkiye bi Çîn, Rûsya û welatên bi paş de hatîn hiştin ên Efrîqa û Latîn Amerîkayê re reqabetê dike.”
PEN ji sala 1981ê heta niho 15ê Çiriya Paşiyê (meha 11.) bernameya Roja Nivîskarên Di Girtîgehan De pêk tîne.
Îsal PENa Navneteweyî Tirkiye wek “girtîgeha nivîskar û rojnamegeran bi nav kiriye.
PENa Navneteweyî bi taybetî navê 5 nivîskar û rojnamegerên ku di girtîgehan de ne di daxuyanîya xwe de nivîsîye. Navê ji Tirkiyeyê behsê hatî kirin Nedîm Turfend e. Rojnamegerê kurd ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê di girtîgehê de ye.
Bixwîne - Nûçegihanê DÎHAyê Nedîm Turfent Hat Girtin
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyata ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
(AO/MB)