Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî (PEN) bi daxuyaniyekê ji dezgehên fermî yên Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tev bi gerin û Selahattîn Demîrtaşî demildest berdin.
DMMEyê 20ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê biryar girtibû ku divê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan. Dadgehê her weha Tirkiye bi 25 hezar Euroyî ceza kiribû. Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê girtî ye.
Sê welatan ew kiriye “endamê rûmetê”
Demîrtaşî di dema girtîgehê de pirtûkek çîrokan a bi navê Seher nivîsandiye. PENa Almanya, Meksîka û Katalonyayê Demîrtaş weke endamê xwe yê rûmetê hilbijartine.
Navenda PENê jî bang li PENên welatên din kiriye ku ew jî Demîrtaşî bikin endamên xwe yên rûmetê.
PENa Ingîltereyê xelat dabû “Seher”a Demîrtaşî
Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî (PEN) a Ingîltereyê, pirtûka bi navê “Seher” a Selahattîn Demîrtaşî hêjayî xelata “PEN Translatesê” dîtiye.
Xelat ji 15 welatan dane 16 pirtûkên ku ji 12 zimanan ber bi ingilîzî ve wergerandin.
“Seher” ji çîrokan pêk tê ku Hevserokê Giştî yê berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî li girtîgehê nivîsandine. Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) a 2016ê û vir ve di girtîgehê de tê girtin. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Dipnotê ve hatibû weşandin.
Seher ji bo 8 zimanan hatiye wergerandin
Seher 16ê Îlona 2017ê hatibû weşandin û heta niha ji bo heşt zimanan hatiye wergerandin.
Ajansa AnatoliaLit a ku mafên weşana Seherê di destê wan de ye agahiya wergeran bi bianetê re par ve kirin:
Kurdî (Kurmancî) - Rêdûr Dîjle / (Aram)
Kurdî (Soranî) - Ferhat Çomani / (Xezelnus)
Erebî - Reem Dawood / (Weşanxaneya Al Arabi)
Felemenkî - Hanneke van der Heijden / (Signatuur )
Ingilîzî - Amy Marie Spangler & Kate Ferguson / (Hogarth US-JSP imprint, Hogarth UK)
Fransî- Julien Lapeyre de Cabanes / (Emmanuelle Collas)
Almanî - Gerhard Meier / (Penguin Verlag)
Yewnanî- Stella Vretou / (Pataki)
Îtalyanî- Nicola Verderame / (Feltrinelli)
Her weha ji bo farisî, çînî û japonî jî tê wergerandin. (HK/FD)