Heidi Hautala, Alîkara Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) duh di civîna li Strazbûrgê de aşkere kiriye ku îsal Aleksey Navalny, mixalifê rûsî hêjayî Xelata Azadiya Ramanê ya Saxarovî hatiye dîtin.
David Sassolî, Serokê Peyê jî di axavtina xwe ya derbarê xelatkirinê de wiha gotiye:
“Navalny-yî li dijî gendeliyên rejîma Pûtînî, kampanyeyeke hevgirtî meşand û bi hesabên xwe yên medyaya civakî û kampanyayên xwe yên siyasî, ji bo xêrxexwazî derkevin holê bû alîkar. Li seranserê Rûsyayê bi milyonan mirovan piştgiriya wî kirin. Ji ber vê jî ew jehrî kirin û xistin girtîgehê.”
Sassoliyî diyar kiriye ku YE “wêrekiya şexsî ya gelekî mezin” Navalny-yî pîroz dike û bang kir ku ew demildest azad bibe.
Îsal li gel Navalny-yî, jinên afganî û Weanine Anez, Serokdewleta Bolîvyayê jî di nav de 12 kes namzetên xelatê bûn.
Çavlirê ye ku merasîma xelatdayînê di 15ê Kanûna Pêşiyê de pêk were. Wê xelata nirxê wê 50 hezar Euroyî, bidin Navalny-yî.
Dabûn Leyla Zanayê jî
Vê xelatê ji sala 1988an vir ve didin parazvanên mafê mirovan. Xelatê bi navê Andrey Saxarovî didin û ew bi xwe jî xwediyê xelatê 1975 Aştiya Nobelê ye.
Di sala 1995an de Leyla Zana jî hêjayî wî xelatî hatibû dîtin. (KÖ/FD)