Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Federak a Iraqî duh (sêşemê) ji bo pêvajoya namzetiya posta serokomariyê civiyaye. Dadgehê guftûgo li ser wî tiştî kiriye ku bê ka li gorî qanûnan dibe ji nû ve pêvajoya serlêdanê ya ji bo posta serokomariyê destpê bike yan na. Di encama civînê de, dadgehê biryar daye ku nabe ji bo serokomariyê namzetên nû serî lê bidin.
Li gorî vê encamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wê nikaribe li şûna Xoşyar Zebariyî namzetekî nû diyar bike. Dadgeha beriya niha biryar dabû ku Zebarî nikare bibe namzet.
Biryar ne ya Serokî lê ya Parlamentoyê ye
Li gorî nûçeya ANHAyê, Dadgeha Federalî gotiye, ne Serokê Parlamentoyê lê Parlamento dikare biryarê bide ku wê pêvajoya serlêdana nû ya ji bo posta serokomariyê destpê bike yan na.
Çav li rê bû ku hilbijartina serokomariyê ya Iraqê di 7ê Sibatê de destpê bike. Lê beşek partiyan hilbijartin boykot kiribû û hilbijartin pêk nehatibû. Serokê Parlamentoya Iraqê Mûhammed Halbûsiyî di 9ê Sibatê de aşkere kiribû ku wan pêvajoya serlêdana namzetan nû kiriye.
Yek ji parlamenterên serbixwe Basim Xeşan li dijî vê biryara Serok Halbûsiyî serî li Dadgeha Federal dabû.
Dadgeha Federalî jî di encama civîna xwe de diyar kiriye ku ev biryara Serokê Parlamentoyê ne li gorî qanûnan e.
Dadgehê di 14ê Sibatê de biryareke din dabû û gotibû heta serokomarê nû were hilbijartin wê Berham Salih, Serokomarê YNKyî erka xwe ya serokomariyê dewam bike. Salih hîna Serokomarê Iraqê ye.
Pêvajo çima xetimî?
Li Iraqê piştî dagirkirina DYAyê ya di sala 2003yê de, li gorî denklema siyasî, serokomar divê ji nava kurdan, serokwezîr ji nava şiîyan û serokê parlamentoyê jî ji nava suniyan were hilbijartin.
Her du partiyên mezin ên kurdan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanê Kurdistan (YNK) ji bo posta serokomariyê li hev nekiribûn û herdu partiyan namzetên xwe diyar kiribûn.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryar dabû ku namzetê PDKyê Xoşyar Zebarî nikare bibe namzet. Li ser vê biryarê Tevgera Sadrê, Sunî û PDKyê biryar dabû ku di 7ê Sibatê de civîna Parlamentoyê boykot bikin. Ji 329 parlamenteran bi tenê 58 parlamenter beşdarî civînê bûbûn. Ji bo serokomar were hilbijartin divê ji sêyan duyên parlamenteran dengên xwe bidin kesekî/ê.
Parlamento di 9ê Kanûna Paşiyê de dest bi kar û barên xwe kiriye. Li gorî qanûnan divê di nava mehekê de serokomar were hilbijartin. Piştî vê jî, serokomar erka avakirina hikûmetê dide wê partiyê ku hejmara parlamenterên wê zêde ye.
Li gorî nûçeya AAyê, ji ber kurdan di navbera xwe de li hev nekiriye, di navbera PDK, Tevgera Sadr û Suniyan de hevdîtinên koalîsyonê pêk hatine û wan biryar daye ku ew ê piştgiriya namzetê YNKyê nekin. Ji ber vê jî pêvajo dirê bûye.
Sadr li şûna bi komên din ên şiiyan re, dixwaze hikûmetê bi PDK û komên sunî re saz bike. Ev jî dihêle ku şiiyên nêzî Îranê bertekên tundtir bidin. (AEK/FD)