Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çavuşogluyî piştî teqîna li Beyrutê çûye serdana Lubnanê û di axavtina xwe ya di serdanê de gotibû: "Ez Tirk im, kesên ku dibêjin ez Tirkmen im, em ê hemwelatîbûna Komara Tirkiyeyê bidinê. Ev, fermana serokkomarê me ye."
Garo Paylan, Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) weha gotiye: "Hemû nasnameyên ku li Beyrûtê dijîn, li Tirkiyeyê hene. Dîsa jî piştî wê karesatê wezîrê karên derve daxuyaniyeke nîjadperest daye û vê yekê jî di raya giştî ya Lubnan û Tirkiyeyê de bertekeke mezin çêkir."
Paylan wiha pê de çûye: "Em ji Wezîrê Karên Derve dipirsin: Ma Tirkiye tenê komara kesên bi esl Tirk e?"
"Polîtîkaya we ya derve we dixe rewşeke trajîkomîk"
Di pirsnameya Paylanî de ev pirs ji Wezîr hatine kirin:
1. We şerm nekir ku di Beyrûta pirnasnameyî de nîjadperestiyê bikin?
2. Haya wê jê heye ku polîtîkaya we ya derve ya nîjadperest û mezhebperest, hûn li Beyrûtê xistine rewşeke trajîkomîk?
3. Ma Tirkiye komara kesên bi esl Tirk e?"
(PT/AY)