Parlementerê HDPê Garo Paylan dîmenên hilbijartina li meclisê ya ji bo rakirina parêzbendiyan, di medyaya civakî de parve kir. Di dîmenan de dixuyê wekîlên AKPê dengên xwe bi awakî vekirî bi kar tînin.
Paylan ji bianetê re axivî û ragihand ku rêveberên AKPê zextê li wekîlên xwe kirine ku dengên xwe bi awayekî vekirî bi kar bînin.
Paylan got ku eger dengdayîn bi awayekî veşartî pêk were, dê rêjeya dengan têrê neke ku qanûn bê guhertin.
Bakanlar dahil bütün AKP'li vekiller, açık oylama yapıp evet verdiklerini parti komiserlerine göstermek zorundaydı. pic.twitter.com/7XDnTC1Xop
— garo paylan (@GaroPaylan) 18 Mayıs 2016
‘Temamên wan dengên xwe bi awayekî wekirî bi kar anîn’
Di hilbijartina ku duh li meclisê pêk hat 3 pûlên cuda hebûn. Ya spî weke ‘erê’, ya weke sor ‘red’, ya kesk jî weke ‘bêbiryar’ dihat bikaranîn. Bikaranîna dengan heta vê demê bi awayekî veşartî pêk dihat.
Lêbelê Paylan ragihand ku piraniya wekîlên AKPê dengên xwe bi awayekî vekirî bi kar anîne.
Paylan got: ‘Li gorî makezagonê divê hilbijartin bi awayekî veşartî pêk were. Ji bo parlementer bi serbestî îradeya xwe bi kar bînin, tedbîr hatiye hilanîn. Lêbelê ji bo ku AKP naxwaze li dijî xwesteka wan deng bê bikaranîn, dengdayîna vekirî pêkanîn.’
Paylan wiha got: ‘Em dizanin ku dengê ‘erê’ bi dilê gelek wekîlên AKPê jî nîne, wan jî dixwest ku dengê ‘red’ê bidin.
Paylan wiha dewam kiri: ‘Li du cihan dengdayîn dihat kirin. Dora her du kabînan jî ji hêla wekîlên AKPê ve hatibû dorpêçkirin û kîjan wekîlên wan ji bo dengdayînê diket hundir, jê dixwestin ku rengê pûla xwe nîşanê wan bide û pûlên sor û kesk jî ji wan distandin.’
‘Di dîmênên min kişandiye de dixuyê ku wezîrek (Suleyman Soylu) ji wan jî neçar maye ku xwesteka wan bi cih bîne. Ev delîl in ku hilbijartin bi awayekî veşartî nehatiye kirin.’
‘Eger wekîlek têketa kabînê dizanibû wê weke xayîn were îlankirin’
Paylan diyar kir li gorî wî eger hilbijartina roja Înê bi awayekî veşartî pêk were, dê rêjeya dengan têrê neke ku qanûn bê guhertin.
‘Eger hilbijartin bi awayekî veşartî pêk neyê, guhertina qanûnê meşrû nîne. Ev yek jî dide nîşan ku ji hêla qesrê ve talîmat dane AKPiyan ku, dengê li dijî xwesteke wan neyê bikaranîn.’
(BK/YO)