Li Diyarbekirê, demsala payîzê rengê xwe daye Baxçeyên Hevselê ku 8 hezar sal e lê çandinî tê kirin û di Lîsteya Kelepora Dinyayê ya UNESCOyê da ye.
Bajarê qedîm ku bi Sûr, Keleha Navxweyî, Mizgefta Mezin, Birca Bizinan, Dêra St. George û Baxçeyên Hevselê derdikeve pêş, bi hatina payîzê bi celebên rengan xemiliye.
Baxçeyên Hevselê yên di hemêza bibereket a Çemê Dîcleyê da ye, bi rengên demsalê yên herî zindî yên wekî qîç, qehweyî û kesk va xwe dixe çavan.
Wênehezên ku dixwazin wêneyên vê siruşta bêhempa bikişînin, ji Keleha Navxweyî didin ser rê û heya Birca Bizinan diçin.
Wênehezên ku berê wênegira xwe ber bi asîmanê hêşîn û sûrên dîrokî jî vedigerînin, piştî rêwiya ku 3 saetan diajo, digihîjin merama xwe.
Lîstikvanê sînemayê Zekeriya Karakaş ku beşdarî gera ku ji aliyê hunermendê wêneyan Mehmet Kiliçoglu hat lidarxistin bû, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got,
"Piştî hengameya Stenbolê, ez hatim vê derê nava Baxçeyên Hevselê ku ev hesteke pir xweş û cuda ye. Menzereya vê derê pir xweş e."
Endamê Komeleya Fotono21ê Sedat Hattisari jî destnîşan kir ku nexasim darên qewaxê ji bo wênehezan pir seyr in û wiha dewam kir,
"Em dixwazin ku wênehez miheqeq vê derê binirxînin."
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter |Ajansa Anadoluyê