Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derket holê ku pasaportên 46 xebatkarên çapemeniya Kurdan yên di doza Çapemeniyê ya KCKyê de tên darizandin hatine betalkirin.
Rojnameger Davût Ûçar, Ertûş Bozkûrt, Mazlûm Ozdemîr, Çagdaş Kaplan, Sadik Topaloglû, Tûrabî Kîşîn, Evrîm Kepenek, Ayşe Oyman, Selahattîn Aslan, Guneş Unsal, Sîbel Guler, Hamza Suremlî û Çagdaş Ûlûs beşdarî daneşîna dozê bûn ku duh li 3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê birêve çû.
Beriya daneşînê derket holê ku Serokê Dadgehê ya 3yemîn Cezayê Giran a Stenbolê Hakan Turkunî ji emniyetê re nivîsek nivîsandiye û di çarçoveya Biryarnameya di Huqmê Qanûnê de daxwaza betalkirina pasaportên rojnamegeran kiriye.
Parêzerê rojnamegeran Sînan Zîncîr ji bianetê re axivî û diyar kir ku serokê dadgehê heman tişt berê jî di doza esasî ya KCKyê de kiriye.
Heyeta dadgehê bi sedema ku heyeta dadgehê guheriye û çarçoveya dosyayê biryar girt ku lêkolînê li ser dosyayê bike.
Doz ji bo 13yê Tîrmehê hat bipaşxistin. (EA/FD)