Fotograf: MA
Xebata Tifaqa Kurdistanî derbarê êrişên balafirên şer ên Tirkiyeyê yên li ser Şingalê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Daxuyaniya Tifaqê bi sernavê "Em êrişên firokeyên şer a dewleta Tirk li ser Şingalê şermezar dikin" hatiye weşandin û ji Tirkiyeyê xwestine ku “Rêzgirtinê ji xelkê Şingalê û statuya Kurdistanê re bigire.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji Rojnewsê wergirtiye, balafirên şer ên Tirkiyeye duh li nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şingalê dane. Hat diyarkirin ku Sikêniyê dikeve Başûrê navenda Şingalê. Di encama êrîşê de 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) mirine.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê duh jî bombe li Sûka Kevn a Şingalê barandibûn. Di encama êrîşê de fermandarê YBŞê Seîd Hesen û birazîyê wî şervanê YBŞê Îsa Xwedêda miribûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.
Daxuyaniya Xebata Tifaqa Kurdistanî
"Firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê êriş li ser Nexweşxaneyek pêk anî. Ji piraniya wan xelkên sivîlên ku nexweşên coronayêne têne dermankirin mirî û birîndar hene. Em bi tundî êrişê şermezar dikin û ji birîndaran re saxî û silametiyê dixwazin. Li gor qanûn û peymanên navnetewî, di rewşa şer de jî armanc girtina qadên xelkên sivîl û nexweşxaneyan hatiye qedexekirin û her weha tawaneke mezin e. Em li hemberê ev êrişê banga helwestgirtinê û şermezarkirinê, ewilî ji Neteweyên Yekbûyî û ji raya giştî ya navnetewî dikin. Ev êriş rasterast û vekirî destdirêjiya serweriya rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Em banga li Hikumeta Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê şermezar bike. Em bang li Hikumeta Tirkiyê dikin; rêz li daxwaza xelkên Şingalê û barîdoxa Kurdistanê bigrin.
“Do berî çend saet ji serdana serokwezîrê Iraqê Kazimî bo Şingalê, ji aliyên firokeyên şer ya Tirkan bordumankirina qada bajêr, û îro jî nexweşxaneya wê dide xuyakirin ku bê agahiya Hikumeta Iraq a Fedaral nehatiye kirin. Hikumeta Kazimî wekî ew polîtikayên xwe yên erebkirina Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê, bi awayeke cuda ligel hevkariya hikumeta Tirkiyê li Şingalê jî dişopîne. Em banga Hikumeta Iraq a Federal dikin, helwestek li dijî van êrişên serpêçiya/destdirêjiya qada asîmaniya xwe bigrin.
“Em banga raya giştî ya navnetewî û milletê xwe dikin; alîkariya xelkê Şingalê ku hêj birînên xwe yên êrişên DAIŞê dipêçe bikin. Em bang li partiyên xwe yên siyasî yên kurd dikin; bûyerên ku li Efxanîstanê de dibin û wê bibin li ber çavan bigirin û li pêşveçûnên rêveberiya Herêma Kurdistan û Rojavaya Xweser baldar bibin û bi tifaqa netewî li hemberê rengê senaryoyan amade bin."
“Êrîşên li ser Şingalê ji zîhniyeta DAIŞê ne cidatir e”
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo heman mijarê li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Civîn li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya DBPê pêk hatiye û Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz, parlementerên HDPê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Aktîvîsta TJAyê Xecê Şen beşdarî civînê bûn.
Beşdarên civînê wiha axivîne:
Berdan Ozturk di civînê de gotiye ku êrişên li ser Şingalê ji zîhniyeta DAIŞê ne cida ye: “Êrîşên li ser Şingalê bi tu awayî nayên qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin. Heya ku Şingal xweseriya xwe ava bike em ê têbikoşin. Yên ku li hemberî wan êrişan bêdeng dimînin wekî wê zîhniyeta qîrêj in."
Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydeniz: “Êrişên li ser Şingalê berdewamiya êrişên DAIŞê ne. Dixwazin fermana 74emîn pêk bînin. Em wek partiyên sîyasî wan êrişên li ser Şingalê şermezar dikin. Duh bombarana li ser nexweşxaneyê hem ji ber bêdengiya Iraq û Heremê Federal a Kurdistanê û hem jî ji ber bêdengiya hêzên li Ewropayê pêk hat. Êrişên li hemberê Şengalê nîşaneya dijminatiya hebûna kurdan e.”
Aktîvîsta TJAyê Xecê Şen: "Îro êrişên li ser Şingalê pêk tên ji êrişên berê necudatir e. Ev demek dirêj e li hemberê Şingalê polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Em wek TJAyê wan plan û êrişên li ser Şingalê bi tundî şermezar dikin."
Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca: "Çiqas êrişî Şingalê bikin jî wê Şingal têk neçe. Dewleta tirk ji kuştina êzidiyan têr nebûye. Ev êrîş leyîstok in. Çawa ku bi wê peymana Şingal-Hewlêr xwestin civaka Êzidî bêîrade bihêlin, îro jî bi heman polîtîkayan dixwazin bi wan êrişan civaka êzîdî bêîrade bihêlin. Dixwazin Şingalê ji civaka Êzîdî bê valakirin û Şingalê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.” (FD)