Partiyên û komên siyasî yên Rojhilatê, biryar da ku ji bo salvegera destpêkirina çalakiyên “Jin Jiyan Azadî”yê, roja 16ê Îlonê greva giştî pêk bînin.
Li gorî nûçeya MAyê, partiyan daxuyaniyeke hevbeş weşandi. Di daxuyaniyê de wan diyar kir ku çalakiyên piştî kuştina Jîna Amîniyê yên bi slogana “Jin Jiyan Azadiyê” dihatin kirin, li Kurdistanê dest pê kir û li hemû bajarên Îranê û derveyî welat belav bû.
Partiyan ev çalaki weke “Şoreşa Jinan” penase kir û daxuyaniya xwe wiha domand: “Sala bihurî û di proseya wê şoreşê de tevgera azadîxwaz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî li dijî rejîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde jî nazivire. Rola berçav a jinan di pêşengtiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serketinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin.”
Di 16ê Îlonê de wê grev pêk bê
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ), Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê). Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bi hev re di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ê di 16ê Îlona 2023yan de greva giştî pêk bînin:
“Di wê rojê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar û navçe û gundên Kurdistanê de serdana aramgeha Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê bikin û destegulên rêz û xweşewîtiyê ser aramgehên wan danên û merasîma rêzgirtinê birêve bibin.
“Daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li sertaserê Îranê dikin ku piştevaniya greva xelkê Kurdistanê bikin û bi greveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' heya gihiştin bi armancên xwe wê berdewam be.
“Daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşketinxwaz ên derveyî welat dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya xwe ji bo greva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cîhanê bikêşnin ser piştevanî şoreşa jînayê.
“Her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya wê rûniştinê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo greva roja 25-06-1402 (16-09-2023) û merasîmên ser aramgehên şehîd û cangoriyan radigihînin.” (FD)