Fotograf: Erçin Ertürk / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji 6ê Sibata 2023an heta serê Adarê rojev li Tirkiyeyê û li Kurdistanê erdhej bû. Lê piştî Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ji biryar da ku beşdarî hevdîtinên Hevpeymana Miletparêz nebe, rojev ji nişka ve guherî. Her çend piştî çend rojan Akşener vegeriyabe van hevdîtinan jî, karvedanên vê rewşê hîna jî dewam dikin.
Bi vegera Akşenerê re Hevpeymana Miletparêz aşkere kir ku Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû namzetê wan ê Serokomariyê ye.
Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya DEVAyê, yê Partiya Siberojê, yê IYI Partiyê ku partiyên di nava Hevpeymana Miletparêz de ne, mijara navborî ji bianetê re nirxandin.
“Çûn û vegera wê hêz da Hevpeymanê”
*Aydin Altaç, Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya Siberojê
Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya Siberojê Aydin Altaçî diyar kir ku di civîna dawî de çûna birêz Akşenerê ne tiştekî xerîb e û got: “Ev rewş ne rewşeke xerîb e. Ji ber ku 6 partiyên siyasî, 6 sazûmanên cuda û her şeş ji hev cuda rewşa cîhanê dinirxînin. Ji bo lihevkirinekê dem pêwîst e. Dibe ku danûstandin û alozî çêbibin. Her çiqas gotinên wê hişk bin jî, di dawiyê de nêrîneke hevpar çêbû û berdewam kir. Bi dîtina min çûna Birêz Akşenerê ji maseyê û vegera wê ya li ser maseyê, dê Hevpeymanê xurtir bike. Vegera Akşenerê hêzek da maseyê. Di pêvajoya pêş de wê baweriya welatiyan bi Hevpeymana Miletparêz hîn zêdetir bê. Di namzedê Serokomariyê û polîtîkayên hevpar ên hatine ragihandin de em ê bi Tirkiyeyeke demokratîk û azadîxwaz re rû bi rû bimînin.”
“Çûna wê jî vegera wê jî rast bû”
*Vejdîn Ensarîoglû, Serokê rêxistina bajarê Amedê yê IYI Partiyê
Serokê rêxistina bajarê Amedê yê IYI Partiyê Vejdîn Ensarîoglûyî jî diyar kir ku rabûna wê Meral Akşenerê çawa biryarek rast be vegera wê jî biryarek rast e: “Argumanên ku derbarê veqetandina Xatûn Meral Akşenerê de bi me re parve kirin li gor rêzik û helwêsta nasnameya partîya me ye. Ev biryar pir rast bû û me jî wek serokên bajaran piştgirî da vê biryarê. Li ser vê yekê em kêliyekê jî dudilî nebûn. Di derbarê vegera wê ya li ser maseyê de jî. Ji ber ku sedemên veqetandina wê jî holê derket û ji bo pêvajoya welatê xwe vegeriya.
“Dema Seroka me Meral Akşener ji maseyê rabû û vegeriya li ser maseyê, bi taybetî dema ku em bertekên li derdorê dinerên û nirxandinan dinîn ber çav, em dibinin ku sînerjiyek mezin çêbûye. Û em vê yekê di partiyên Hevpeymana Miletparêz de jî dibînin. Bi argumaneke din jî, em dikarin vê yekê ji bêmoralîzekirin, êrîşkarî û şîroveyên zêde yên ku di medyaya desthilatdar de têne dîtin û di nivîsên nivîskaran de jî têne kirin, dikarin şîrove bikin."
“Hevpeyman wê xurtir bibe”
*Cîhan Ulsen, Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya DEVAyê
Serokê rêxistina bajarê Amedê yê DEVAyê Cîhan Ûlsenî jî diyar kir ku çûna Meral Akşenerê û vegera wê ya li ser maseyê encama guftûgoyên ku ji destpêkê ve didomin e: “Bi taybetî ev bûyer ji bo avakirina siberojê û ji bo desthilatdar negihîşe armanca xwe gelek girîng e. Ez bawer nakim ku di vê pêvajoyê de bandoreke neyênî li Hevpeymana Miletparêz bibe. Gel xwedî li vê biryarê derket. Dema em li hevsengiya giştî ya encama pêvajoyê dinêrin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku hevpeyman wê xurtir bibe.” (SY/FD)