Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Rûsyayê ya Yekbûyî di hilbijartinan de nêzîkî ji sedî 50ê dengan bi dest xistiye. Li gorî hilbijartinê berê rêjeya dengên partiye ketibe jî dîsa bûye biserketê hilbijartinê.
Destûr nehatiye dayîn kesên ku Pûtînî rexnekirine bibe namzet. Li gorî zanyariyan di hilbijatinan de deng hatine dagirtin û dengdana mecbûrî hatiye kirin.
Partiya Komunîst, hevrikê herî nêz ê Rûsyaya Yekbûyî ye ji sedî 19ê dengan bi dest xistiye.
Karbidestan gotine ku serkeftina Rûsya ya Yekgirtî tê wê wateyê zêdetirî ji sêyan duyê 450 kursîyan bi dest xistiye.
Partiya Rûsyaya Yekbûyî di hilbijartinên 2016an de ji sedî 54ê dengan bi dest xistibû. Di vê hilbijartinê de rêjeya dengên wan ketine.
Her weha Partiya Komunîst ji sedî 8 dengên xwe zêdekirine.
(PT/AY)