Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Fransayê duh tûra yekê ya hilbijartina parlomentoyê lidar ket. Li gorî encamên pêşîn partiya Serokomar Emmanuel Macronî En Marche (Meş) di Parlamentoya Netewî de dengên herî zêde bidest xist.
Tê payîn ku partiya Macronî En Marche di Parlamentoya Netewî ya ji 577 kursiyan pêk tê de ji 445 kursiyan zêdetir bidest bixe.
En Marche salek berê hatibû avakirin. Tûra duyemîn a hilbijartinê dê hefteya pêş roja yekşemê lidar bikeve.
Di tûra yekê de 7 hezar û 877 namzet ketibûn pêşbirkê.
Namzetên ku di tûra yekê de li herêma xwe ya hilbijartinê zêdetirî sedî 50 û zêdetirî sedî 25 hejmara dengdêran dengan nestînin wê di tûra duyem de careke din têkevin pêşbirkê.
Rêkeftina Macronî hilbijartin da qezenckirin
Şîrketên anketan çavlirêbûn ku rêkeftina hilbijartinê ya En Marcheyê bi Tevgera Demokrasiyê re ava kiriye, di tûra yekê de zêdetirî sedî 30 dengan bidest bixe. Li gorî encamên pêşî, rêkeftinê zêdetirî sedî 32 deng bidest xistiye.
Komarparêzên rastgir ên navendî sedî 16, Partiye Sosyalîst jî tenê karîbû sedî 7,3 deng bidest bixista.
Li gorî van encaman Partiya Sosyalîst zêdetirî 200 parlamenterên xwe yên di parlamentoyê de winda kir. Di encamê de wê hejmara parlamenterên vê partiyê ji 277an dakeve û di navbera 15 û 40an de bimîne.
Eniya Netewî ya çepgirên radîkal sedî 13,5 deng stand. Rêkeftina çep a radîkal a bi navê Kesên Serî Natewînin (FI) sedî 11 deng bidest xist.
Di vê naveberê de rêjeya beşdarên tûra yekê ya hilbijartinê di 48,5ê de ma. Ev rêje ya herî kêm a salên dawî ye. (HK/FD)