Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî êrişên hêzên serbi hukumeta demkî a Sûriyeyê yên li ser Rojava, bi Partiya DEVAyê re civiya.
Şandeya ku ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllarî û Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî pêk tên serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan kir.
Şande piştî pêşwazîkirinê, derbasî hêwana civînê bû.
Serdan wê berdewam bikin
DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, civîna xwe ya destpêkê di 27ê Kanûna Paşîn de bi CHPê re pêk anîbû. Piştî civîna îro a bi Partiya DEVAyê re, wê di saet 13:00an de bi Partiya Saadetê re civînek li dar bixe.
(AB/AY)
