Partiya Çep a Kesk a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li ser lîsteyên wê bikeve hilbijartinê, sibe Danezana xwe ya Hilbijartinê eşkere bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê danezan wê sibe li otêleke Enqereyê bê ragihandin. Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî dê tevlî bibin û biaxivin.
Tê payîn ku hevserokên giştî behsa wê yekê bike ku bê ka çima dê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk ve bikevin hilbijartinê.
Danezan wê ji aliyê Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ve bê eşkerekirin.
Piştî eşkerekirina danezanê wê dirûşm bê ragihandin. Di heman demê de strana bi zimanên kurdî û tirkî ya hilbijartinê jî dê were nasandin.(AY)