Partiya Çep a Kesk, li Stenbolê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê didomîne. Li gorî daneyên Lijneya Bilind ya Hilbijartinê(YSK), dê li Stenbolê li hezar û 915 dibistanan 30 hezar û 804 sindoq bên danîn. Partiya Çep a Kesk jî dê di 14ê Gulanê de li Stenbolê 62 hezar û 500 muşahid, 4 hezar berprisên dibistanan û 2 hezar parêzeran peywirdar bike.
“Em ê li 39 navçeyan sindoqan biparêzin.”
Li gorî nûçeya Ergîn Çaglar ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk Ramazan Yavûz, destnîşan kiriye ku ewlehiya hilbijartinê ji xeynî partiyên desthilatê hemû partiyên siyasî eleqedar dike û ji ber vê jî ew li 39 navçeyên bajêr bênavber dixebitin û wiha gotiye: "Em hemû bi lîstikên AKPê yên di hilbijartinên borî de dizanin. Lîstikên wan naqedin. Lê em li hember hemû lîstikên wan amade ne. Em amadekariyên xwe dikin ku em li 39 navçeyên bajêr sindoqan biparêzin."
Yavûz diyar kiriye û weha gotiye: "Em ê li her dibistanê 2 muşahidan, 2 berpirs û parêzerekî peywirdar bikin. Hema bêje me li her dibistanê parêzer bi cih kirine. Xebatên me yên di vî warî de ji sedî 80 temam bûne. Em ê lîsteya ku me ji bo ewlehiya hilbijartinê diyar kiriye di 8ê Gulanê de radestî YSKê bikin." (AY)