Ji ber ku îro salvegera Berxwedana Geziyê ye, duh êvarê polêsan derdorê parqê bi bendan dorpêç kirin.
Îro di saetên sibehê de çûyîn-hatina parqê serbest bû û li derdora parqê jî polês tinebû. Lêbelê piştî demekê derdora parkê bi benda polêsan ve hat dorpêçkirin.
Hevgiriya Taksimê çend roj ewil daxuyandibû ku wê di 31ê Gulanê sêyemîn salvegera Berxwedana Geziyê de wê li parqê civîna çapemeniyê li dar bixe. Tê payîn ku îro di saet 19:00an de li parqê daxuyanî were dayîn û çalakî bê lidarxistin.
Ji bo sêyemîn salvegera Berxwedana Geziyê gelek tîşort hatine amadekirin û her kes dikarin wan tîşortan bêpere bistînin. Hevgiriya Taksimê ragihand ku gel dikare wan tîşortan ji Odeya Avahîsazan û Odeya Endezyaran peyda bike û xwest ku îro piştî saet 17:00an şûn de bila her kes wan tîşortan li xwe bikin.
(EKN/YO)