Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlementerê Wanê yê HDPê Nadir Yildirim hat binçavkirin.
Rûniştina doza derbarê Serokwekîlê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken û Parlementerê Amedê Ziya Pir îro li Amedê hat kirin.
Parlementerê Wanê yê HDPê Nadir Yildirim ku beşdarê rûniştina dozê bû, polîsan dora wî girtin û wî binçav kirin.
Hat ragihandin ku derbarê Yildirim de biryar hatiye dayîn ku bi zorê be jî dê biçe îfadedayînê.
Nadir Yildirim agahiya binçavkirina xwe di twitterê de parve kir.
İdris Baluken arkadaşımızın Amed'deki mahkemesini izlerken gözaltına alındım
— Nadir Yıldırım (@nadiryldrm_) January 30, 2017
Tê zanîn ku dawiya hefteyê parlementerên HDPê Ayhan Bilgen, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş û Altan Tan hatibûn binçavkirin û piştî sewqkirina dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarê Ziya Pir de jî biryara binçavkirinê hat dayîn
Doza li 8. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hatiye vekirin de Îdrîs Baluken û Ziya Pir tên dadkirin. Ji ber ku Ziya Pir îro beşdarê rûniştina dozê nebû, dadgehê derbarê wî de biryara girtinê da.
Di îdianameya amadekirî de derbarê Parlementerê HDPê Pir de bi îdiya “endamê rêxistina terorê ye”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “gel tehrîkê kîn û dijmintayiyê kiriye” ve ji 9 sal û 6 mehan heta 23 salan cezayê hepiskirinê tê xwestin.
11 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Piştî tehliyekirina Birlik, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(EKN/YO)