Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementerê Îdirê yê HDPê Mehmet Emîn Adiyaman îro destê sibehê ji mala xwe yê li Stenbolê hat binçavkirin û polîsan wî bi zorê birine dozgeriyê ku îfade bide.
Adiyaman di hesabê xwe yê twitterê de wiha got: “Bi biryara anîna bi zorê min li Stenbolê ji malê hilanîn û niha dibin Dadgeha Çaglayanê.”
Mehmet Emîn Adiyaman daxuyand ku ji bo kontrola tenduristiyê wî birine nexweşxaneyê û piştre jî wî birine Dadgeha Çaglayanê ku bi riya SESGISê li 4. Dadgeha Cezayê Giran îfadeya bide.
Adiyaman di 19ê Kanûna 2016an de bi îdiya “propagandaya rêxistinê kiriye” li Dilokê hatibû binçavkirin, pişre wî biribûn Enqereyê û li wir îfade dabû.
Mehmet Emîn Adiyaman kî ye?
Di sala 1961ê de li Îdirê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dicleyê beşa hiqûqê xwendiye.
Zewicî ye û 5 zarokên wî hene.
Parlementerê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê ye.
11 parlementerên HDPê girtî ne
11 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Piştî tehliyekirina Birlik, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(AS/YO)