Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Parlementerê Dêrsîmê yê HDPê Alîcan Onlu duh li Balafirgeha Enqereyê hat binçavkirin.
HDPê daxuyand ku Alîcan Onl^ü duh li Enqereyê siwarê blafirê bûye ku biçe Xarpêtê. Piştî balafir bi rê ketiye demeke şûnde dîsa ziviriye Balafirgeha Enqereyê û polîsan li wir Onlu binçav kirine.
2. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê dosyayên Alican Onlu jî tê de 8 parlementerên HDPê ku di doza KCKê de tên dadkirin ji hev kiribû û derbarê wan de biryar dabû ku bi zorê be jî biçin dadgehê.
12 parlementer girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak hatin girtin.
Parlementerê Colemêrgê yê HDPê Nîhat Aydogan jî di 7ê Mijdara 2016an de pişitî binçavkirinê hatibû girtin.
Dema parlementerên HDPê dibirin dadgehê, Seroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel jî li ber dadgehê ji hêla polêsan ve hat derbkirin û piştre hat binçavkirin. Derbarê Sebahat Tuncel de jî di 4ê Mijdarê de biryara girtinê hat dayîn û wê şandin girtîgehê.
Herî dawî di 13ê Kanûnê de Cîgira Serokê Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê ya HDPê Besîme Konca hatin girtin. Bi vî awayî hejmara parlementerên HDPê ku hatine girtin derkete 12an.
(BK/YO)