Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementera Êlihê ya HDPê Ayşe Acar îro destê sibehê li Enqereyê hat binçavkirin.
Başaran binçavkirina xwe di twitterê de wiha ragihand:
Ankara gözaltına alındım...
— Ayşe Acar Başaran (@ayseacar_b) 20 Ocak 2017
Hat ragihandin ku Ayşe Acar Başaran birine Emniyeta Enqereyê.
Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku derbarê Acar-Başaran de biryar hatiye dayîn ku ew bi zorê be jî dê biçe emniyetê îfade bide û ew ji ber vê yekê hatiye binçavkirin.
11 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Piştî tehliyekirina Birlik, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(AS/YO)