Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlemana Almanyayê reşbeleka(pêşnûmaya) bi navê ‘’ bîranîna Qirkirina Ermenî û Kêmneteweyên Fileh’’ qebûl kir.
Ji bo qebûlkirina reşbelekê endamên Parlemana Almanyayê îro deng dan. Bi tenê dengek neyînî hatiye dayin.
Partiyên Yekîtîya Filehan(CDU/CSU) û Partiya Sosyal-Demokratan(SDP) û Partiya Keskan reşbeleka navborî amade kiriye.
Bi reşbeleka bi navê ‘’ bîranîna Qirkirina Ermenî û Kêmneteweyên Fileh’’ hat dîyarkirin ku ne bi tenê ermenî hatine qirkirin, kêm neteweyên li dema Dewleta Osmanîyan yên fileh yên Siryanî, Keldanî û Asûrî jî hatine qirkirin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirimî ji bo reşbelekê gotibû:
‘’Bûyereka bêbingeh a ji rêzê ye ku li dema şert û mercên Şerê Cîhanê yê 2. de bûye.’’
Dewletên Qirkirin qebûl kirîn
Li gor Zeteyê ji rojnameya Indipendentê ragihandiye van dewletan, Qirkirina Ermenîyan qebûl kiriye:
Ermenîstan, Ûrûgay, Başûrê Qibrisê, Rûsya, Kanada, Libnan, Belçîka, Fransa, Yûnanîstan, Vatîkan, Îtalya, Siwîsra, arjantîn, Slovakya, Hollanda, Venezûella, Polonya, Lîtvanya, Şîlî, Siwêd, Bolîvya, Komara Çekan, Awistûrya û Sûriye.
Bi temamî hejmara dewletên qebûl kirine ku ‘’Ermenî Hatine Qirkirin’’ 25 e. Digel van dewletan Parlemana Ewropayê û Konseya Ewropayê jî Qirkirina Ermenîyan qebûl kiriye.
Li Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê jî 50 dewletan Qirkirina Ermenan qebûl kiriye.(BK/MB)
*Wêne: AA