Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûrsel Aydogan ji lîsteya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) parlamentera Amedê bû. Dadgehê biryara dayina cezayî ji bo wê dabû lê ji ber ku parlamenter bû ceza ji bo wê nehatibû dayin.
Tezkereya Serokwezîrîyê ya di heqê Nûrsel Aydogan a parlamentera HDPyê de li parlamentoyê hat xwendin û parlamenteriya wê hat betalkirin.
Dadgeha Dîlokê ya Herêmê di 23yê Adara 2017ê de biryara dayina cezayî ji bo Nûrsel Aydoganê dabû.
Dadgehê diyar kir “digel ku ne endama rêxistina terorîye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 4 sal 8 meh û 7 roj cezayê girtinê da Aydoganê.
Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê jî hatibû betalkirin.
10 parlamenterên HDPyê di girtîgehan de ne.(ÇT/MB)