Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qralîya Yekbûyî, da ku ji Yekîtîya Ewropayê cida bibe, bi wê re “Hevpeymana Brexitê” çêkiribû. Lê parlamentoyê red kiribû. Vê êvarê, parlamentoya Qralîya Yekbûyî dê ji bo paşdedana dema Brexitê dîsa dengan bide.
Bixwîne – Hevpeymana Brexitê: Dîsa “red”
Duhî herweha ji bo Qralîya Yekbûyî bê şert û merc ji Yekîtîya Ewropayê cida bibe deng hatine dayin. Bi 312 dengên erê û 308 dengên na ev pêşniyar hatiye qebûlkirin.
Parlamento dê vê êvarê ji bo paşdedana dema Brexitê dîsa dengan bide.
Parlamentoya Brîtanyayê pêr hevpeymana Brexitê dîsa red kiribû.
Serokwezîra Teressa May diyar kiriye ku:
“Yekîtîya Ewropayê dê bixwaze Britanya biryarê bide ka ew ê pêvajoya Brexitê bibe serî an jî dê referandûmeka dî pêk bîne.”
Biryarê bidin
Serokê Yekîtîya Ewropayê Jean-Claude Junckerî roja duşemê nameyek ji bo serokwezîra Brîtanyayê şandiye û diyar kiriye ku 23-26ê Gulanê hilbijartinên Yekîtîya Ewropayê dê bê kirin. “Heke Brîtanya heta hingê biryarê nede, bi yasayan divê ew beşdarî hilbijartinan bibe.
15ê Kanûna Paşiyê ji bo Brexitê, li parlamentoya Brîtanyayê deng hatibûn dayin. 432 deng li dijî daxwaza serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê bûne. 202 perlamenteran jî ji bo daxwaza serokwezîrê gotine erê.
Theresa Mayê di hilbijartinan de we’id dabû hilbijêrên xwe ku ew ê pêvajoya Brexitê* pêngav bi pêngav bibe serî.
Bixwîne - Wezîrê Brexitê yê Brîtanyayê dest ji karê xwe berdaye
*Hezîrana 2016ê ji bo Qralîya Yekbûyî ji Yekitiya Ewropayê cida bibe referandûmek hatibû kirin. Ji bo pêvajoya cidabûnê navê Brexitê hatibû dayin. Di referandûmê de ji sedî 52yê dengdêran dengê erê dabû.
(PT/MB)