Fotograf: AA
Li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî pêk hatiye. Di encama dengdanê de ji 22 wezîran 15 wezîr hatine qebûlkirin. 5 wezîr hatine redkirin û 2 jî hatine paşxistin.
Adil Abdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê di 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de dest ji wezîfeyê Serokwezîriyê berdabû. Piştî wê Mistefa Kazimî weke namzet hatibû nişandan.
Wezîrên ku hatine hilbijartin
Cuma Îmad Wezîrê Parastinê, Sererkan Osman el Xenimî Wezîrê Karên Navxweyî, Elî Ebdulemîr Elawî Wezîrê Darayî, Xalid Necîm Wezîrê Plansaziyê, Nazenîn Mihemed Wezîra Îskan û Îmarê, Adnan Dîrcal Wezîrê Werziş û Ciwaniyê, Elî Hemdî Wezîrê Perwerdeyê, Nasir Huseyîn Wezîrê Gihandinê, Erkan Şahab Wezîrê Ragihandinê, Adil Haşşuş Wezîrê Xebat û Karên Civakî, Elî Mehdî Reşîd Wezîrê Çavkaniyên Avê, Menhel Ezîz Wezîrê Pîşesaziyê.
Wezîrên ku hatin redkirin
Elî Newar Nesîf, berbijêrê Wezirate Bazirganiyê, Haşim Salih berbijêrê Wezareta Rewşenbiriyê, Elî Îsmaîl berbijêrê Wezareta Kiştûkal, Hîkmet Nasir berbijêrê Wezareta Koç û Koçberan, Ebdulrehman Mistefa Fetah, berbijêrê Wezareta Dadê,
Dengdana li ser Wezîrên Navxwe û Wezîrên Petrolê jî hatine paşxistin.
Ji bo hilbijartina van 7 wezîran li Meclisê wê paşê civînek bê kirin.
Beriya kombûna Parlamentoyê Rûdawê ragihandibû ku ew ê di kabîneyê de sê Wezîrên kurd hebin. Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusiyî beriya niha bi demekê diyar kiribû ku di kabîneya nû de 12 wezaret dê bi Şîe, 6 bi Sunne û 3 wezaret jî dê bi Kurdan bên dayîn. Herwiha wezaret dê bi Tirkmenan û yek jî dê bi Krîstiyanan bê dayîn.
Li gorî nûçeya Rûdawê Wezareta Derve, Avedankirin û Dadê wê ji bo kurdan were veqetandin. Her li gor zanyariyan, Fûad Husên ku Wezîrê Darayî ye, wê bibe Wezîrê Derve, Xalid Şivanî wê bibe Wezîrê Dadê û Nazenîn Mihemed Uso jî dê bibe Wezîra Avedankirinê.
Piştî ku kabîne hate aşkerekirin diyar bû ku tenê Nazenîn Mihemed di kabîneyê de li ser navê kurdan cih girtiye.
Hin aliyên siyasî aşkere kiribûn ku ew ê piştgiriyê nedin
Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, roja 3ê Gulanê aşkere kiribû ku ew li parlamentoyê deng nadin hikûmeta nû ya bi serokatiya Mistefa Kazimiyî.
Yekîtiya Îslamî ya Tirkmenan li Iraqê jî ragihandibû, ew ê kabîneya Mistefa Kazimî qebûl nekir. Lewre ti berbijarekî tirkmenan di kabîneyê de nîne.
Derbarê Mistefa Kazimiyî de
Mistefa Ebdulletîf Kazimî. Sala 1967an li Bexdayê ji dayik bûye.
Bakaloriyusa wî di yasayê de heye. Zewicî ye û du keçên wî hene. Ji sala 2016an ve Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye. (FD)
Çavkanî: Rûdaw, AA, Kurdistan24