Foto: AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentoya Iraqê referandûma serxwebûnê ya ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Iraqê wê di 25ê Îlonê de lidar bixe, bi piraniya dengan ret kir.
Ji 328 parlamenteran 168 beşdarî civîna dengdayinê bûn.
Ajansa Anadolûyê diyar kir ku parlamenterê Koalisyona Netewî ya Şiiyan Alî Safiyî gotiye, parlamenterên Kurd piştî biryarê ji parlamentoyê derketine.
BBCyê ragihand ku Xoşyar Zebariyî şêwirmendê Mesûd Barzanî gotiye, dengdayîn biryareke wisa ye ku neçar in bicî bînin û wiha berdewam kiriye; “Dema ku Parlamentoya Kurd roja pêncşemê kom bibe wê tekez bersivekê bide vê biryarê”.
Çi bibû?
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzaniyî di Hezîrana 2017yê de aşkere kiribû ku wê referandûma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017yê de lidar bikeve.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî ragihandina referandûmê gotibû ku “ev biryareke dijdestûrî ye û ew ê biryarê nas nekin”.
Barzanî her dawî di 9ê Îlonê de ji beşê Farisî yê BBCyê re axivî bû û derbarê referandûmê de wiha gotibû: “Xetayeke mezin bû me referandûm heta niha taloq kiriye. Heke ku em derengtir bixin wê kar bêhtir xerab bibin.”
Tirkiye û herwiha rêveberiya Iraqê jî li hemberî biryara referandûmê derdikevin. (YY/FD)
Çavkanî: BBC, AA, Sputnik News