Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwenîşandanên piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê yên li Îranê, berdewam dikin.
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Newsweeka DYAyê, li Parlamentoya Îranê parlamenteran deng dane û di encamê de ji 290 parlamenteran 227an xwestiye xwenîşandarên hatine girtin, bên darvekirin.
Parlamenterên ku di dema dengdana parlamentoyê de daxwaza darvekirina xwenîşanderan kiriye, beriya dengdanê nameyeke vekirî weşandiye û gotiye ku divê “cezayekî giran” li xwenîşanderan bibirin.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê, di dema xwenîşandanan de nêzîkî 14 hezar kes hatine girtin. Ji saziya Carnegie Endowmentê Karim Sadjadpourî diyar kiriye ku ev hejmar nêzîkî 15 hezarî ye.
Sadjadpoûrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye, “Di 8 hefteyên dawiyê de, rejîma Îranê zêdetirî 300 xwenîşander kuştine, nêzîkî 15 hezar kes girtiye û bi sedan kes jî înfaz kirine.
“Lê jinên Îranê li ber xwe didin. Îro jinên xwendekar ên zanîngehan laçikên xwe derxistine û gotiye ‘Ez jineke azad im’.”
Çalakvan û rojnamegera Îranî ya li DYAyê dijî, Masîh Alînejadê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye û gotiye: “Ji 290 endamên Parlamentoya Îranê, 227an bang li darazê kiriye û xwestiye kesên di dema xwenîşandanan de hatine girtin, bên darvekirin. Dixwazin xwenîşandarên bêguneh ên slogana ‘Jin, Jiyan Azadî’ berz dikin înfaz bikin. Divê cîhan vê çalakiya terorê bisekinîne.” (SD/FD)