Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1), (2) / îngilîzî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora Tirkiyeyê ya ku ji bo salên 2019-2020an amade kirine, pesend kiriye.
Raporta ku ji aliyê parlamenterê Îspanî yê parlamentoya YEyê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amade kirin, bi hejmarek zêde ya dengan hatiye pesend kirin. Di dengdana raporê de 480 dengdêran got “erê”, 64 dengdêran got “na” û 150 dengdêr jî bêbiryar mane.
Di raporê de têkildarî mafên bingehîn, demokrasî û mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyê hatine kirin û tê de hatiye diyarkirin ku Tirkiye ji nirxên Yekitiya Ewropayê dûrketiye û têra xwe giringiyê nade Pirsa Kurd.
Her weha di raporê de banga naskirina komkujiya ermeniyan li Tirkiyeyê hatiye kirin, divê Tirkiye qanûna dije terorê li gorî standartên navneteweyî pêkbîne û divê Peymana Parisê pesend bike.
Her weha di raporê de derketina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hatiye rexnekirin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bertek nîşan biryara Parlamentoya Ewropayê daye gotiye “Di serdemeke ku hewlên başkirina peywendiyên Tirkiyeyê û Yekitiya Ewropa dihatin dayîn de, qebûlkirina biryara pêşniyarê ya Perlamentoya Ewropa ya ji rastiyan dûre û ne pêkan e.”
Wezaretê weha gotiye, "Em li ser rapora Tirkiyeyê ya ku PEyê qebûl kiriye, daxuyaniyên bi armanca gotûbêjkirina pêşeroja pêvajoya gotûbêjan li Tirkiyeyê wek bê vîzyonî û beridayî dibînîn.
(EKN/AY)