Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê rapora ji bo sekinandina têkiliyên Tirkiye û Yekîtîya Ewropayê qebûl kir. Ji bo raporê 477 dengên erê hatine dayin. 64 parlamenteran jî xwestin têkiliyên bi Tirkiyeyê re neyê sekinandin.
Rapornivîsa Yekîtîya Ewropayê ya ku raporên li ser Tirkiyeyê amade dike, Kati Pîrîyê rapor nivîsîye. Parlamentoyê eşkere kir heke guhertinên Makeqanûnê yên di 16ê Nîsanê de hatibûn kirin bikeve rewacê têkilî dê bêne sekinandin.
Tirkiye nerazî ye
Wezîrê Yekîtîya Ewropayê, Omer Çelîkî nerazîbûna xwe ji bo biryara hatî dayin dîyar kir. Wezîrî got gele îfadeyên ne bêalî di raporê de cih digirin.
(YY/MB)